Danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê dîsa dest pê dikin

Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê da zanîn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji serokwezîrê Iraqê kirîye danûstandinên Helwêr û Bexdayê dîsa dest pê bikin.

Navenda Nûçeyan- Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê da zanîn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji serokwezîrê Iraqê kirîye danûstandinên Helwêr û Bexdayê dîsa dest pê bikin.

Serokê dîwana encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê, Umêd Sebah di press konferasnekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî kirîye bila danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina pirsgirêkan dîsa dest pê bikin.

Umêd Sebah her wiha da zanîn, Mesrûr Barzanî daxwaza wê yekê jî ji Ebdulmehdî kirîye ku rêkeftina dawî ya navvbera Hewlêr û Bexdayê were îmzekirin.

 

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir