Danişîna doza Demîrtaşî îro encam da

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş îro 24ê Nîsanê bi rêya Pergala Deng û Dîmenî (SEGBIS) beşdarî danişîna Dadgeha Enqerê ya Sîncanê bû.

Selahattîn Demirtaş di parastina xwe de diyar kir, "Parastina min ne bendewariya edelatê ye, têkoşîna bo edaletê ye. Ji bo li welat edalet, serweriya hiqûq û darazê bipêş bikeve parastinê dikim. Ev ji ber egera berpirsiyariya min a li hember gelê min û raya giştî ye."

Demîrtaş herwiha got “Fezleke piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an ango 6ê Cotmeha 2015an  hatiye amadekirin.  Ev fezleke yekser girêdayî 7ê Hezîranê ye.”

Demirtaş di beşeke parastina xwe de li ser nîqaşên peyva 'Kurdistan'ê û gotinên, 'Ev der Tirkiye ye, biqeşitin herin' got ku ti kes nikare kesî ji welatê wan derxe û bêje biqeşitin herin û diyar kir, "Kurdistan ne ku wekî dewleteke cuda hatiye tarîfkirin. Lê navê erdnîgariyekê ye. Wekî Mezopotamya, Kilikya û Trakyayê navê cografyayê ye."

Danişîna doza Demîrtaşî dê sibê jî berdewam be.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir