Danasîna pirtûka Qutî/Dosan li Pirtûkxaneya Kurdî

Nivîskara pirtûkê Helena Sîgander ”Ez gelekî dilşad û serbilind im ku pirtûka min wergerîya zimanê kurdî .”

2017/02/12 Stockholm

Pirtûkxaneya Kurdî li Swêdê bi hevkariya Weşanxaneya APECê li Stockholmê pirtûka Qutî/Dosan da nasandin. Civîna danasînê bi axaftina Xwediyê Weşanxaneyê Alî Çîftçî dest pê kir. Alî Çîftçî xêrhatina beşdaran kir û nivîskara pirtûkê Helena Sîgander û Sabahat Karaduman da naskirin.

Helena Sîgander li ser pirtûka xwe agahdarî da beşdaran. Herweha wergêra pirtûkê Sabahat Karaduman jî li ser çima wê ev pirtûkê ji bo wergerê hilbijartiye sekinî û dijwariya wergera pirtûkê bo kurdî anî ziman.

 

Dûre pirs hatin kirin, yek ji pirsan ku ji nivîskara pirtûkê hate kirin ew bû; Gelo ew çawa hîs dike ku pirtûka wê hatîye wergererandin bo zimanekî ku bi salan  qedexe bû û dihat înkarkirin.  Nivîskarê weha bersîv da; Ez gelekî dilşad û serbilind im ku pirtûka min wergerîya zimanê kurdî.

 

Helena Sigander nivîskareke swêdî ya navdar e. Gelek çîrok û pîyes ê wê yên tiyatroyê hene. 25 roman nivîsîne. Yek ji wan jî ”Dosan (Qutî)” e.


Wergêra pirtûka bi navê Dosan/ QUTÎ, Sabahat Karaduman e. Ew di ciwaniya xwe de hatiye Swêdê, dibistana bilind li Swêdê xwendiye. Weke doktora diranan li Îngilîstanê kar dike. Sabahat Karaduman ji ziman û wêjeyê û ji wergerê hez dike û li ser kar dike. Li gel zimanê xwe yê kurdî, bi zimanê îngilîzî, swêdî û tirkî jî dizane. Wê ev pirtûk ji zimanê orîjînal swêdî wergerandiye kurdî. Qutî, wergera wê ya pêşîn e ku weke pirtûk çap bûye.

 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")