Damezrênera VAKADê Zozan Ozgokçe hat desteserkirin

Sebebê binçavkirina wê ew e ku wê di medyaya sosyal facebook, twitterê û blogan de peyam nivîsandîye û parve kiriye.

Îro 27.01.2017ê de damezrênera Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) Zozan Ozgokçe ji bo îfadeyê çûye emnîyetê û li wê hatîye desteserkirin. Hat zanîn ku sebebê binçavkirina wê ew e ku wê di medyaya sosyal facebook, twitterê û blogan de peyam nivîsandîye û parve kiriye.

 Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) di 2004ê de wek komeleyeka serbixwe û feminîst hatîye avakirin û di kar û bare xwe de gelek çalak e; di warî mafê mirovî û bi taybet jî ji bo mafê jinan û zarokan gelek semîner daye, qursên xwendin û nivîsandinê û ingilîzî amade kiriye. Zozan yek ji aktivîstê wê yê herî sereke û çalak e.

VAKAD di çerçeweya OHALê de bi biryara qerarnemaka di hukmê qanûnê de 22ê MIjdara 2016ê de hatibû girtin.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê