DAIŞê muxtarê gundekî Xaneqînê kuşt

.


Çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundê Qayê yê li qezaya Xaneqînê kir û di encamê de kuştî û birîndar hene. author_image Kurdistan24 Hewlêr  

Derengê şeva borî çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundê Qayê yê li qezaya Xaneqînê kir û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, di êrîşa çekdarên DAIŞê de, muxtarê gund hate kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Jêderekî ji Lîwaya Sê ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji K24ê re jî got, piştî êrîşê, hêzeke artêşa Iraqê çû wî gundî û çekdarên DAIŞê reviyan.

Wî jêderî diyar kir jî,  hêza artêşa Iraqê termê kesê kuştî û kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyan.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye