DAIŞê Li Xaneqînê êrîş kir

Li Xaneqînê çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên Iraqî kirin û 4 polîs û efserekî hatin kuştin.

Şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke pişkinînê ya Polîsa Federalî li başûrê Xaneqînê kirin, piştre jî hêzeke din a Polîsa Federalî bi hawara wê hêzê ve çû.

Hat gotin ku di dema êrîşê de bombeyek bi otombîleke polîsan de teqiya û di encamê de Moqedem Feysel Kerorî û 4 polîsan ve hatin kuştin.

Hate ragihandin çekdarên DAIŞê ji aliyan ve êrîşî ser wê xala Polîsa Federalî kirin û piştre hêzeke polîs û artêşê gihîştin cihê bûyerê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin