DAIŞê li Mexmûrê 11 kes revandin

.

Çekdarên DAIŞê şeva borî li sînorê Mexmûrê kemînek danîne û 11 kes revandine. 

Çekdarên DAIŞê şeva borî li sînorê Mexmûrê kemînek danîne û 11 kes revandin.

Çavkaniyekî ji K24ê re ragihand: “Derengê şeva borî çekdarên DAIŞê li sînorê Mexmûrê bi cil û bergên leşkerî xaleke kontrolê danîne û 11 kes revandine.”

Li gor zanyariyan ji wan 11 kesan, 5 kes berdane û 6 kesên din li cem wan in.

Herwiha nûçegihanê me eşkere kir ku sê kes li xala kontrolê ya çekdarên DAIŞê ranewestiyane û çekdaran gulle berdane û birîndar bûne ji bo tedawiyê bo nexweşxaneya Mexmûrê hatine veguhestin.

Li gor zanyariyên nûçegihanê me; ji wan kesên ku hîn di destê çekdarên DAIŞê de ne, 2 kes Kurd in û 2 kes jî Ereb in.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye