DAIŞê li du bajarokên Kurdistanê êrîş kir: Kuştî û birîndar hene

DAIŞê li herdu bajarokên Gulale û Neftxane yên ser bi qezaya Xaneqînê ve êrîş pêk anîn û di wan êrîşan de kuştî û birîndarên hêzên Iraqî hene.

Navenda Nûçeyan- Berpirsên Îstixbarata Hêzên Pêşmerge li Gulaleyê, Muqedem Ehmed Mistefa ji Rûdawê re ragihand: DAIŞê bi hawenan êrîşî gundê Subeydih ê ser bi bajarokê Gulaleyê ve kir û paşê di navbera hêzên Iraqî û çekdarên DAIŞê de şer derket.

Ehmed Misefa got, li navçeyê bombek bi hêzên Iraqî de teqîyaye û bi wê sedemê serbazekî Iraqî jîyan xwe ji dest da û 2 serbaz jî birîndar bûne.

Wî rayedarê Hêzên Pêşmerge herweha ji Rûdawê re dîyar kir, her şeva bihorî li gundê Baxçe yê ser bi bajarokê Neftxaneyê ve jî bombek bi hêzên Heşda Şeibî de teqîyaye û di encamê de 2 çekdaêrn Heşda Şeidî hatine kuştin û 5 çekdar jî birîndar bûn.

Her bi gotina wî berpirsê Hêzên Pêşmerge, li bajarokê Îmam Weys ê ser bi parêzgeha Dîyaleyê ve DAIŞê ji sê alîyan ve êrîşî artêşa Iraqê kirîye.

Ew yek di demekê de ye, ku êvara roja înê 29ê Mijdarê çekdarên DAIŞê êrîşî bajarokê Guleco yê ser bi qezaya Kifrîyê ve kirin û piştî şer û pevçûnên li gel asayişa vî bajarokî, Rêveberê Alîkar ê Asayişa Guleco û du karmendên asayişê canê xwe ji dest dabûn.

Xaneqîn navçeyeke Kurdistanî ye ku dikeve derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û yek ji navçeyên nakokîdar ên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ye, ku divê li gor madeya 140 a destûra Iraqê, çarenivîsa wê navçeyê wkee navçeyên din ên nakokîdar bi referandumê bê dîyarkirin. 

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da