DAIŞê gundekî kurdên Kakeyî da ber hawanan!

Terorîstên DAIŞê gundekî kurdên Kakeyî li kêleka bajarokê Daqûq yê Başûrê Kurdistanê dan ber hawanan.

Navenda Nûçeyan- Şeva borî terorîstên DAIŞê gundê Topzawa li kêleka bajarokê Daqûq yê Kerkûkê, ku gundê kurdên Kakeyî ye, dan ber hawanan.

Welatîyekî wî gundî bi navê Kameran Gazî ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞê sê topên hawanê avêtin gundê me.

Kameran Gazî her wiha got, ji ber wê êrişê tiştek bi ti kesî nehat lê zîyan gihîşt hinek malan û xelkê gund tirsîyan.

Bi gotina wî welatîyê Kakeyî, ev cara yekem nîne DAIŞ êrişî gundê wan dike, ev çendîn car in gundê wan rastî êrişên DAIŞê tê.

Ew gundê ku rastî êrişê hatîye, berîya xîyaneta 16 Cotmeha 2017 di destê Pêşmerge de bû lê niha di destê hêzên Iraqî û Heşda Şeibî de ye.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir