DAIŞê êrişî şervanên HSDê kir

.

Li Dêrezorê çekdarên DAIŞê êrîşî otobuseke şervanên HSDê kirin û di encamê de şervanekî jiyana xwe ji dest da û 7 şervan jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan li ser riya Cizre–Kesre ya li herêma Dêrezorê otobuseke şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bû armanca êrişa çekdarên DAIŞê.

Her li gor zanyariyan paşmayên DAIŞê yên heremê ku li motorsîkletekê siwar bûn, kemîn ji otobusa HSDê re danîbûn.

Di encama wê êrişa çekdarên DAIŞê de şervanekî HSDê jiyana xwe ji dest da û 7 şervan jî birîndar bûn.

Navê şervanê ku jiyana xwe ji dest daye Fewaz Ebîd e, bavê 3 zarokan e û ji gundê Helincê yê Kobaniyê ye.

Şervanên din ên HSDê ku di encama êrişa DAIŞê de birîndar bûn, bo Nexweşxaneya Reqayê hatin rakirin.

Herwiha piştî êrîşa DAIŞê, HSDê li navçeyê dest bi operasyoneke berfereh kir.
 


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin