DAIŞê êrîşî Kerkûkê kir

Şevê din çekdarên DAIŞê êrîşî başûrê Kerkûk kirin û du çekdarên Heşda Şeibî kuştin û hejmarek din ji çekdarên Heşdê birîndar kirin.

Li gundê Qeretepe yê ser bi bajarokê Yayçî ve li başûrê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê dest bi êrîşeke berfireh li dijî lîwaya 16an ya hêza (Îmameyn) a ser bi Heşda Şeibî ve kirin û şerekî tund di navbera herdu aliyan de qewimî, ku di encamê de, du çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û 10 çekdarên din jî birîndar bûn.

Li aliyekî din û di heman şevê de, li sînorê gundê Zenqer yê ser bi bajarê Daqûqê ve li başûrê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê efserekî hêzên Pêşmerge revandin".

Xelkê wî gundî ji nûçegihanê Kurdistan24ê re gotin: "Ew efserê Pêşmerge bi navê Ferhad Axa ye û bi xwe jî (Kakeyî) ye, piştî 16 Cotmeha sala 2017an, ji gundê xwe bar kiribû, lê duh ji bi mebesta paleya genim vegeriya gundê xwe, lê ji aliyê girûpeke çekdar ve hat revandin û ji bo cihekî nediyar hat birin û heya niha çarenivîsa wî nediyar e, guman jî heye ku ew çekdaran ser bi girûpa DAIŞê ve bin".

Her wiha dan zanîn li taxa (Esra û Mefqûdîn) ya bajarê Kerkûkê jî, hejmarek ji çekdaran, teqe li xortekî Ereb bi navê Me'en Mehmûd kirin û di encamê de, canê xwe jidest da.

(K24)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin