DAİŞ û Metodên Wê Yên Şerr

Şeyhmus Ozzengîn

Her ku diçe per û baskên DAİŞ li Başûrê Kurdistan û İraq tên şikenandin. Lê bi vê re hesab û meramên dijminên Kurd û Kurdistan jî bêtir eşkere dibe.

Pêşmergên Kurdistan di şerrê li henber DAİŞ de armancek wan î sereke heye. Ew jî parastina netewa Kurd û xaka Kurdistan e. Parastina deverên ku Kurd têde wek erkekî li ser mile pêşmergên Kurdistan e. Bi armanca rizgar kirin û parastina van deveran Pêşmergan erkekî girîng di "Operasyona Rizgarkirina Musil" de girtîye ser xwe û bi serkevtî vî erkê xwe Tîne cîh. Wê hemû deverên ku xaka Kurdistan e wê rizgar bikin û biparêzin.

Dijminên Kurd û Kurdistan vê serkevtina Pêşmergên Qahreman dibînin û nerazîbûna xwe bi Dezînformasyonan û bi supekulasyonan tinin ziman, ku vî erkê pêşmergan û dengdayîn û navdarîya pêşmergan bişkîne. Ji ber wê jî, her êrîşek ku ji dijmin tê, derdixin pêş û her serkevtinek Pêşmergan jî bi "alîkarîya artêşa tirk û armetîya tirkan" tometbar dikin(!)

Ev devekî dijminî ye û ev karegerî bi destê dijminên Kurd û Kurdistan, bi zanistî têt meşandin. Dema dijmin êrîş dike, ji bona şikenandina moralê Pêşmergan, dibêjin; "pêşmerge nikarin şer bikin, DAİŞ êrîşek mezin anî û pêşmerge direvin"(!) Lê dema ku DAİŞ dişkê û direve "alîkarîya artêşên dijminan"(!) tînin sernûçeyan û van serkevtinan nahêlin ji Kurd û Kurdistan re bên tomarkirin. Bibe serbilindî ji Kurd û Kurdistan re.

DAİŞ di parastina Musil û êrîşên ku tîne ser Kurdistan de, bi çend cûreyên şerr yên balkêş li ber xwe dide. Ev cûreyên şerr; yek bi yek bi hosteyî û bi destên pîsporên leşkerî yên deverên raverast hatîye tomar kirin. Li gor berxwedanên deverên çol û rastdever, şerrekî bi bandor derdixe pêşîya Pêşmergan ku pêşmerge hîn zêdetir bi dîqat tevbigerin ku zêde qurbanîyan nedin. Bi dek û fenan li henber hêzên nîzamî şer, Her dem serkevtinan di mercên zahmet de dereng dixe. Yek ji van şerran li Musil û derdorên Musil pêk tê.

Bi çi haweyî, bi çi metodan, bi çi çek û fêrbazîyan DAİŞ vî şerrî dimeşîne? Mêzekin metodên ku bi kar tîne:

1-Şerrê sekvanî bi Kanasan: Di vî warî de pêşketî ne. Bi destê xwe û bi teknolojîya ku xwe bi xwe îcad kirine, çekên cûr be cûr afirandine ku têsîra wan ji ya kanasên normal hîn zêdetir e. Ji dûr ve bi sekvanî van qanasan bikar tînin. Lê li henber vê metodê pêşmergên qahreman bi teknolojîyek hîn pêşkevtîtir şerr dimeşîne. Bi rîya îstîhbaratê, kamerayên erd û ezman cîhên van kanasan tên tesbît kirin û ji holê tên rakirin.

2-Bi erebeyên bombekirî: Bi teknolojîya ku bikar tînin, van Otomobîlên tije taqemenî çêdikin û van otomobîlên zirhî dişînin ser bargehên Pêşmergan. Eger di destê pêşmergan de çekên antî-tank (dijraberî otomobîlên zirhî) tunebin, vek Mîlan û yên din,bi vî şerrê „otomobîlên Bombekirî" dikarin zîyan û zerarên mezin bidin pêşmergan. Ev jî pergalek ji şerrê deverên rast li henber şerrê rû bi rû têt meşandin. Lê di vî warî de jî çekên li henber van metodan di destê pêşmergan de hene û serkevtî li henber van êrîşan jî xwe diparêzin bê ku zerarek mezin bidin.

3-Bi rêya kesên xwekuj ku bi dizî di nav awareyan re bên: Ev metod, metodek nemirovane li henber kurdan têt bikar anîn. Hêla Kurdan, hêla Pêşmergan a bi rahm û adîlane bi destê DAİŞ bi  xerabî têt bikar anîn. Pêşmerge, dema di şerr de bi rahm nêzî awareyên deverê dibe, tehlûka mezin yek jê ev metod bi xwe ye ku ev nemerd xwe di nav awareyan de veşêrin û di sînga Pêşmergan de biteqînin.  

4-çandina bombe û mayînên erdê: Deverên ku şer lê dimeşe hemû deverên naverast û erdên axa wê nerme. Ev jî bi rehetî têt bi karanîn. Bombe û mayînan di erdê de diçînin û dibin sebebê zîyanek mezin. Wendakirina cangorîyan zêde dike. Serkevtinên şerr dereng dixe û pir zahmetîyan tîne pêşîya Şervanên parêzgerên Kurdistan. Tespît kirin û ji erdê derxistina van mayînan, refleksên bibez kêm dike. Divê di vî warî de Pêşmerge û şervanên Kurdistan pirdîqat tevbigerin ku bi zerarek hindik van axên bombe û mayîn kirî paqij bikin ji pêşmergan re ku bikaribin bi hêsanî tevbigerin.

5-xwe veşartina di tunel û goncalên veşartî: Ev jî cûreyek ji şerrê çol û deverên naverast e ku karekî seydvanî ye. Seydvan, li henber seyda xwe, di deverên rast de xendek û tunelan dikolin û li benda artêşê dimînin ku nêzî wan bibe û derkevin nav artêşê û xwe biteqînin: Karek ji yên întîharî yê çol û deverên naverast, lê bitêsîr e. Divê her pêşmerge li henber vê metodê şîyar tevbigerin û fersendê nedin ku ev metod bêt bikar anîn.

Em baş dizanin ku DAİŞ demek dirêje rijandin û şewitandina nefta reş wek çek bikar tîne. Ev metod cara yekem Saddam di şerrê Kuweyt de bikar anî. Ji wê demê û vir de ev jî wek metodek şerrê deverên naverast li henber êrîşên azmanî têd bikar anîn. Lê ev metod, ne metodek serkevtîye û tenê zerarê dide deverê û fezayê.

Di şerê li henber DAİŞ de „Çapemenîya Kurd" karê xwe û erkên xwe bikar nayne. Ziman xerab, helwest partîzanî û derban li rûhê netewî û Kurdistanî dixe. Di demên şerr de çapemenîya netewî divê di nava civatê de ruhê netewîperwerî û niştimanperwerî zînde bike û yekrêzîyê amade bike ji şervanan welat, parêzgerên welat, rizgarxwazên welat re. Lê „Çapemenîya Kurd" vî erkê erênî nayne cîh di pir waran de jî dibe berdevkê nûçeyên supekulatîf. Bi pereyên kurd û Kurdistan pişta Kurd û Kurdistan dişkîne. Di vê bazara Çapemenîyê de cîh ji berxwedana netewî re tuneye. Wargeh wargehê berhevkirina hestîya ye ji canê dahatîyên kurdistan.

Şerrê rizgarkirin û pearastina welat de, barekî giran dikeve ser Çapemenîya niştimanî jî. Lê dema ku ev çapemenî vî erkê xwe nelîze, hêlek şerr li henber dijminan vala dimîne. Ez di virde  „Çapemenîya Kurd" bê hest û bê helwesta netewî dibînim û rexne dikim. Ev rexnên min ji „Ronakbîr-rewşenbîr û zanayên Kurd"dan re jî derbas dibe..

Kurdistan di nav şerrekî giran de ye û eger ne ji van şerrvanên hêja be, cîhên wargehên berxwedanê (wek ronak-rewşenbîrî, hunermendî, çapemenî, siyasetmedarî) vingî vala ye..

Divê em di her warî de li ber xwe bidin..

24.10.2016