DAIŞ li Kerkûkê vejiya

Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê şevê din li başûrê Kerkûkê bi ser çend herêman de girt.

Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê şevê din li başûrê Kerkûkê bi ser çend herêman de girt, xelkên herêmê xwestine birevin, lê milîsên Heşda Şeibî rê li ber wan girtiye û nehiştiye sivîl derkevin.

 

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku milîtanên terorîst şevê din bi ser gundê Heftexwar, Awayekan, Mensûr, Elî û Dara ku dikevin sînorê navçeya Daqûqê de girtin.

Li gor agahiyan, piştî serdegirtina gundan, hemwelatiyên li herêmê ji tirsan hewldane birevin, lê li rawestgeha ser rêya Daquq-Bexdayê Heşda Şeibî rê li ber sivîlan girtiye û destûra revê nedaye.

Milîtanên DAIŞî du şev berê li navçeya Celewla ya Kerkûkê dîsa êrişî hêzên iraqî kiribû û li gor zanyariyan di encama êrişê de gelek hêzên ewlehî hatin kuştin û birîndar bûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin