DAIŞ, HSD û rêjîma Sûriyê li ser berdana dîlan li hev kirin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, ragihand, bi rêketinekê di navbera Hikûmeta Sûryê û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û DAIŞê de, biryar e di nava du rojên dahatî de, 25 dîlên Sûrî yên di destê DAIŞê de bên berdan.

Rewangehê diyar kir, ku piştî nêzîkî sê mehan ji revandina wan kesan, biryar e li gorî rêketinekê di navbera DAIŞ û Hikûmeta Sûryê û HSDê de, 9 jin û 16 zarok ku ji parêzgeha Siwêda li başûrê Sûriyê ne, ji aliyê DAIŞê ve bên berdan.

Hat ragihandin, ku DAIŞê ji bo berdana wan dîlan, merc danîbû ku divê Hikûmeta Sûryê û HSDê 60 jinên DAIŞê serbest beredin.

Di 25 Tîrmehê de, çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Siwêda kirin û bêtirî 200 kesan kuştin û hejmarek jin û zarok revandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin