Daiş gefan li HSDyê dike

Rêkxistina Daişê gefa destpêkirina hêrişan li dijî Hevpeymanîya Navdewletî û Hêzên Surya Demokrat (HSD) li Suriyê dike.

Rêkxistîya Daişê gefa destpêkirina hêrişan li dijî Hevpeymanîya Nêvdewletî û Hêzên Surya Demokrat (HSD) li Suriyê dike.

Di girteke vîdyoyî nû de, rêkxistîya Daişê gefa destpêkirina hêrişan li Suriyê dike li dijî Hevpeymanîya Nêvdewletî û HSDyê.

Di wê vîdyoyê de berpirseke Daişê dibêje: Ji nûve şerê me û Hevpeymanîya Nêvdewletî û HSDyê bi dajiwartirîn awayî dest pê dike.

Herweha di wê girteya vîdyoyî de hejmareke xortên Kurd nîşan dide ku ji alîyê Daişê ve hatine li sêdare dan.

Belavbûna vê girteya vîdyoyî di demkê de ye ku berî dû salan li Îraqê bi dawîbûna şer hatîye ragehandin û li Suriyê jî HSD şîyaye piranîya wan deverên di dest Daişê de bûn, rizgar bike.

Derkevtin û belavbûna evan gefên Daişê piştî wê yekê dihêt, ku wezareta Berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) li roja 6ê evê mehê ragehadibû, Daiş li Suryê careke din dê ser hilde û di niha de mijûlî xwe rêkxistin û pilandananê ye.

Siyaset Haberleri

Ebas Eraqçî: Em rê nadin ku Amerîka Tengava Hurmizê xirab bi kar bîne
Trump: An em dê bi Îranê re li hev bikin an jî em dê wan parçe parçe bikin
Li Efrînê ji bo parastina şûnwarên dîrokî kampanyaya paqijiyê hat destpêkirin
Îran: Me li baregehên Amerîkayê yên li Hewlêr û Urdinê li xist
Deriyekî sînorî yê di navbera Iraq û Îranê de hat bombekirin