Dadgehê îdianameya li ser karkerên Balafirgeha Stenbolê qebûl kiriye

Karkerên avakirina Balafirgeha Stenbolê ji bo di şertên mirovane de kar bikin li balafirgehê xwenîşandanek pêk anibû. Dozgerekî îdianameyek li ser karkeran amade kiriye û Dadgeha Stenbolê qebûl kiriye.

Karkerên avakirina Balafirgeha Stenbolê ji bo di şertên mirovane de kar bikin li balafirgehê xwenîşandanek pêk anibû. Cendirme û polîsan karkerên xwe nîşan dayîn desteser kiribû, dozgerekî îdianameyek li ser karkeran amade kiriye û Dadgeha Stenbolê qebûl kiriye.

 

Ji bo avakirina balafirgehê 30 karker mirine

Wezîrê veguhestin û plansaziyê yê Tirkiyeyê, Cahit Turhanî bersiva pirsên rojnamegeran daye û diyar kiriye ku ji bo avakirina Balafirgeha Stenbolê 30 karker mirine.

Meclîsa Saxlemî û Ewlehiya Karî bi raporekê eşkere kiribû ku ji bo avakirina balafirgehê 37 karker mirine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin