Dadgehê daxwaza girtina kesê tecawizkar red kir

Dadgeha Cezayê Sulhê ya Malazgirtê, daxwaza girtina S.A. yê tecawizî Fatma Altınmakas kir red kir. Dadgehê tedbîrên berdana kontrola edlî ya S.A. bi pîvan dît.

 

Li gundê Qêranlî yê girêdayî navçeya Melazgirê ya Mûşê di 14’ê tîrmehê de dayika 6 zarokan Fatma Altinmakas ji alîyê hevjînê xwe Kazim Altinmakas ve hatibû kuştin. Kazim Altinmakas ê cînayetê pêk anî hat binçavkirin û ji sûcê “bi qestî kuştîye” hat girtin. Berê Birayê Kazim Altinmakas, S.A. tecawizî Fatmayê kiri û piştre jî Kazim hevjîna xwe Fatma kuşt. Fermandarîya Cendirmeyan a Melazgirê gilîyê S.A. kiribû, Piştî du rojan Fatmayê ji alîyê hevjînê xwe ve hatîye qetilkirin. Li ser vê yekê ji bo S.A. yê tecawizkar bê girtin, serlêdana sûc kirin. Lê  Dadgeha Cezayê Sulhê ya Malazgirtê, daxwaza girtina S.A. yê tecawizî Fatma Altınmakas kir red kir. Dadgehê tedbîrên berdana kontrola edlî ya S.A. bi pîvan dît. 

 

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê