Dadgehê danişîna Doza Kobaniyê taloqî 20'ê Gulanê kir

.

Di danişîna dudoyan a Doza Kobaniyê de, çendî ku parêzeran xwest rewşa girtinê ya siyasetmedaran bê vekolandin jî, heyeta dadgehê danişîn taloqî 20'ê Gulanê kir. 

Danişîna Doza Kobaniyê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê didome. Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê jî di nav de 28 jê girtî 108 kes di vê dozê de tên darizandin.

Di danişîna îro de piştî daxwaza redkirina dadger a siyasetmedar Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel û Selahattîn Demîrtaş, parêzer axivîn. Parêzeran redkirina dadger bibîr xistin û gotin: "Ji xeynî tiştên lezgîn hûn ê tiştekî nekin. Lê belê vekolandina girtîbûnê rewşeke lezgîn e û em dixwazin hûn vê yekê vekolin."

Her wiha parêzeran xwest pirtûkçeya HDP'ê ya derbarê Doza Kobaniyê de jî daxilî nav dosyeyê bê kirin û xwestin danişîn taloqî rojeke ji bo her kesî maqûl bê kirin.

Piştî daxwazên parêzeran heyeta dadgehê jî danişîn taloqî 20'ê Gulanê kir. 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye