5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê li Dozgin Temo (Çiçek Kobanê), ya li Girtigeha Tîpa T a Rihayê girtî tê darizandin, cezayê muebetê birî.
6'emîn danişîna doza Dozgin Temo (Çiçek Kobanê), ya li Girtigeha Tîpa T a Rihayê girtî tê darizandin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê pêk hat. Dozgin Temo (Çiçek Kobanê), dema TSK û SMO ya girêdayî TSK'ê li bajarê Eyn Îsa şer kir li gundê Mişrefa di şer de bi birîndarî ket destê TSK'ê piştî îşkenceyê hatibû girtin û niha li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê tê darizandin. 6'emîn danişîna doza Çîçek Kobanê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê pêk hat. Temo (Çîçek Kobanê) bi rêya SESBÎS'ê tev li danişîna dozê bû. Parêzer Hidayet Enmek di danişînê de amade bû.
Piştî nasname tespît kir, dozger mutala xwend û xwest Temo bê cezakirin. Piştre Parêzerê Temo Hidayet Enmek, parastin kir û xwest belgeyên kêm li dosyayê bê zêdekirin. Lê heyeta dadgehê daxwaza parêzer red kir û belge li dosyayê zêde nekir.
Heyeta dadgehê piştî parastinê der barê Temo (Çîçek Kobanê" de bi îdeaya "Yekitiya dewletê xera kiriye" û "Mirov kuştiye" Cezayê muebeta giran û 10 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birî.
Parêzere Temo dê serî li dadgeha bilind bire û biryarê îtîraz bike.
Kurdistan Haberleri
PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir