Dadgehê cezayê muebedê da kujerê Şêx Abdulkerim Çevik

.

 Li Kurdistana Bakûr li bajarê Bedlîsê li navçeya Norşênê di 19.01.2020 an de Mele Ebdulkerim Çevik ku yek ji kurên Mala Hezret bû û hem dersdarê Medreseya Norşên bû, ji aliyê kesê bi navê Yakup Şeflekçi de bi desteka hêzên tarî hatibû kuştin. Kujer ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û wî biribûn zîndana Bedlîsê. Dosya bi xwe li dadgeha Bedlîsê mabû lê qatil neqlê Zîndana Kırıkkale kiribûn.

Do, celseya darizandina dawî bû û îfadeyê kujer bi rêya SEGBİS ê hat girtin. Di encamê de dadgeha cezayê giran ya yekem ya bajarê Bedlîsê, bi sedema “kuştina mirov ya bi qesdê”, “sîlih û fişekên qaçax”, “ajotina otomobîlê ya bi serxweşî” û “xistina xelkê ya talûkê di rêya trafîkê de” cezayê muebed yê giran da kujer û di ser de 2 sal û 6 mehê din jî ceza dayê.

Mala Hezret di Serhedê de şêxê Nexşebendî ne û ji şaxê Xalidiyane ku xîlafeta wan digihê Mewlana Xalidê Şehrezorî.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye