Dadgehê biryara xwe ya derbarê doza mala Şenyaşaran de aşkere kir

.

Di doza mala Şenyaşaran de dadgehê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar û 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birî. 

Di 14'ê Hezîrana 2018'an de parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîş birîbûn ser malbata Şenyaşar. Di êrîşê de 3 ferdên malbata Şenyaşarê jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî ji malbata Yildiz miribû. Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê biryara xwe a derbarê dozê de aşkere kir. 

Dadgehê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar birî. 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birî.

Di êrîşa hatibû kirin de Haci Esvet bavê Fadil Şenyaşar û birayên wî Celal û Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn. 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye