Dadgeha Enqereyê bi îdiaya “kesên di têkoşîna terorê de wezîfe girtine, hedef daye nîşandan” 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Selahattîn Demîrtaş birî.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi îdiaya “heqaret” û “kesên di têkoşîna terorê de wezîfe girtine, hedef daye nîşandan” li Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê berê Yuksel Kocaman kiriye û doz lê hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza Demîrtaş li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F lê girtî ye bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Demîrtaşû parlamenterên HDP’ê dozê şopandin.
PARÊZER LI DIJÎ MUTALAYA DOZGER DERKETIN
Parêzeran parastina miwekîlê xwe Demîrtaş kirin. Parêzeran destnîşan kir ku dozger Yuksel Kocaman bi kirinên xwe yên li hember miwekîlê wan sûc kiriye. Parêzeran anîn ziman ku ew mutala ango biryara dozger pêşkêşî dadgehê kiriye red dikin û tişta tê kirin li dijî hiqûqê ye. Parêzeran got heke ceza li miwekîlê wan were birîn wê tişta herî nebaş ji bo Tirkiyê were kirin û xwestin miwekîlê wan were beraetkirin.
Di dawiyê de parêzer Yuksel Kocaman axivî û diyar kir ku ew jî biryara dozger erê dikin û xwest Demîrtaş were cezakirin.
2 SAL Û 6 MEH CEZA
Şandeya dadgehê biryara ji sûcê “gefxwarinê” divê ceza neyê dayîn û bi îdiaya “kesên di têkoşîna terorê de wezîfe girtine, hedef daye nîşandan” 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî. Dadgeh bi hêceta “qewimîna bûyerê û qest û gurahiya mijara cih û demê” jî ceza kêm nekir.
Kurdistan Haberleri
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn