Dadgeha Swêdê cezayê dadwerê Îranî yê heta hetayê pesend kir

.

Dadgeha Bilind a Swêdê, cezayê heta hetayê yê dadwerê berê yê Îranê Hemîd Nûrî pesend kir.

Dadgeha Bilind a Swêdê piştî serlêdana pêdeçûnê ya li ser biryara dadgehê, cezayê heta hetayê yên Hemîd Nûrî dubare pesend kir.

Hemîd Nûrî ku li Îranê dadwerî kiriye, di dema karê xwe de, li girtîgehan bûye sedema bi dehan girtiyan û biryarên înfazkirina wan.

Nûrî dema Cotmeha sala 2019an ji bo keça xwe diçe Swêdê, li Stocholmê tê desetserkirin û ji ber tawanên kirine tê sizadan.

Dadgeha Swêdê biryara xwe, bi guhdarîkirina 34 gilî û 26 şahidên bûyerên girtîgehên Îranê pesend kir. Hikûmeta Îranê li dijî biryara dadgeha Swêdê derdikeve û dixwaze Hemîd Nûrî were berdan.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin