Dadgeha Mêrdînê derbarê zarokê Kurd de biryar da

.

Dadgeha Mêrdînê derbarê zarokê Kurd de ku di dema bûyerên Cizîrê de birîndar bûbû biryara xwe aşkere kir û ragihand, divê ew zarok û malbata wî bên qerebûkirin.

Zarokê 13 salî yê bi navê Yûsif Şik roja 12ê Îlona 2015an piştî bidawîbûna qedexeya çûn û hatinê ya li Cizîrê, li kolaneke nêzikî mala xwe, di encama teqînekê de bi giranî birîndar bûbû û destê xwe yê rastê û lingê xwe yê çepê ji dest dabûn.

Li ser vê bûyerê doz hatibû vekirin û Yekemîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê biryar da ku Yusuf Şik bi 555 hezar lîre maddî û 40 hezar lîre jî tezmînata manewî bê qerebûkirin.

Herwiha dadgehê biryar da ku dayik, bav û xwîşk û birayên Yûsif jî bi 60 hezar lîre tezmînata manewî bên qerebûkirin.

Biryara Dadgeha Mêrdînê ji bo kesên di dema qedexeyên derketina derve de hatine kuştin, birîndar bûne an jî zirarmend bûne, wek biryareke girîng û nimûneyek tê dîtin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye