Dadgeha federal a Iraqê biryarek di berjewendîya Kurdistanê de da

Dadgeha federal a Iraqê doza ku ji alîyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibû vekirin de biryar da û biryar li gor berjewendîya Kurdistanê ye.

Navenda Nûçeyan- Îro 12.11.2019ê dadgeha federal a Iraqê çend xalekî yasaya helbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê hilweşand, ku rê da ji koçberên parêzgehên Nînowa, Kerkûk, Diyale û Selahedînê beşdarî helbijartinê bibin.

Serokê lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ji BasNewsê re ragihand, îro bi amadebûna wekîlê lijneya wan ve, dadgeha federal a Iraqê rûniştinek li ser doza parlamentoyê birêve bir.

Ciwan Rojbeyanî ragihand, di rûniştinê de dadgeha federal doza Parlamentoya Kurdistanê li ser yasayê pejirand û ew xalên ku rêgirbûn li pêş dengdana koçberên wan parêzgehan hilweşand.

Li gor biryara dadgeha federal, koçberên wan parêzgehan, ku piranîya  wan kurdin û li herêma Kurdistanê jîyan dikin, dikarin beşdarî li helbijartinên encûmena parêzgehên xwe de bikin.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir