Dadgeha Enqerê îdianameya kuştina balyozê Rûs pejirand

Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê îdianameya ser kuştina Balyozê Rûsya li Enqerê Andrey Karlov pejirand û biryar da ku rûniştina pêşî dê di 8ê Rêbendana 2019’an de pêk were.

Îdianameya ser kuştina Karlov di nav du salan de hat amadekirin û tê de 28 kesên gûmabar hene.

Di nav gûmanbarên îdianamayê de Fetullah Gulen jî heye, ku Tirkîye wî bi pêşengîya hewildana darbeyê ya sala 2016’an tawanbar dike.

Li gor îdianameyê, plana kuştina Karlov, di Rêbendana 2016’an de li Amerîkayê ‘’di civîneke rêxistinî’’ de hatiye kirin.

Karlov di Berfanbara 2016’an de di pêşangeheke de li Enqerê hatibû kuştin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin