Dadgeh: Bûyerên Licê ne kiryarên leşkeran in

Dadgehê, biryara doza Komkujiya Licê eşkere kir û got ne pêkan e ku ev bûyer, weke kiryarên leşkeran bê pênasekirin.

22ê Cotmeha 1993an de,di bûyera ku di rayagiştî de wek 'Komkujiya Licê' hat nasîn, li Licêya navçeya Amedê 14 welatî hatibûn qetilkirin û leşkerek û Fermandarê Cendirmê yê wê demê Bahtiyar Aydin jî miribûn û tekane tawanbarê vê komkujiyê fermandarê bi navê Eşref Hatiboglu serbest hatibû berdan.

Biryara bihincet a doza Komkujiya Licê ku berê bi serbestberdana tawanbaran encam dabû, hat eşkerekirin.

Li gor Dadgeha Yekemîn Cezaya Giran a Îzmîrê, bûyera Licê, nikare wek 'kiryarên leşkeran' bê pênasekirin da ku palpişteke şênber nîne. Sucdarkirinên di îdianameyê de giş îdia ne bes beyanetên leşker û polêsan jî nîşaneya vê yekê ne ku bûyer, êrîşeke terorîstî ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin