Cureya Nû ya Vîrusa Korona li Çînê jî Hat Dîtin

.

Navenda Kontrol û Pêşîgiritina ya Çînê ragihand ku li Şangayê cureya nû ya vîrusa korona hatiye dîtin.

Li gor daxuyanîya wê navendê, li Çînê cara pêşî li ser jineke 23 salî ew cureya nû ya vîrusê hatiye tespît kirin.

Karbidestên saxlemîyê yên Çînê dibêjin ku ew jin di 14’ê Berfanbarê de ji Brîtanya vegerîye ku cureya nû ya vîrusê ji nav welatên cîhanê berê li wir, di 13’ê Berfanbarê de hatibû dîtin.

Heta niha herî kêm 18 dewletan dîyar kiriye ku li ba wan pêketinên cureya nû ya vîrusa korona heye.

Li Amerîka jî, berê walîyê Colorado û dûre jî yê California dabû zanîn ku li eyelatên wan cureya nû ya vîrusa korona hatiye dîtin.

Berpirsên Brîtanî dibêjin ew cureya nû ya vîrusa korona li gor ya berê zûtir û pirtir belav dibe.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye