‘Cûreya Delta li 36 bajaran belav bûye, li bajarên Kurdan rêjeya derzîkirinê kêm e’

.

Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand ku cûreya vîrusa korona ya deltayê li 36 bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê belav bûye.

Koca eşkere kir ku hejmar jî gihîştiye 750 kesan ku di nav hefteyekê de 3 qatan zêde bûye û cûreya Delta plus jî li 3 bajaran di 3 kesan de hatiye dîtin.

Fahrettîn Koca got, “Di rojeva me de mecbûrîkirina derziya koronayê nîne. Em dixwazin welatiyên me bi daxwaza xwe derziyê li xwe bidin. Ji bo derziyê li xwe bidin em her rêbazê bi kar tînin û heta ber deriyê wan diçin. Li Tirkiyê heta niha bi giştî ji 59 mîlyonan zêdetir doza derziya koronayê hatiye lêdan.”

Koca herwiha bal kişandiye ser ku li bajarê kurdan rêjeya derzîkirinê kêm e û ji ber ku rêjeye derzîkirinê kêm e li bajarên wek Diyarbekir, Şirnex, Batman û Semsûrê hejmara pêketiyan zêde dibe.

Wezîrê Tirkiyê diyar kiriye, rêjeya derzîkirinê li Colemêrgê ji %50, li Şirnexê ji %40, Erdexanê ji %50 û li Qers û Semsûrê jî nêzîkî %50yî ye û destnîşan kiriye ku ji bo asayîbûna rewşê tekane çare derzî ye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin