Çûnûhatin li parêzgeha Hewlêrê tê qedexekirin

Îro Odeya Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê bi awayekî ”online” dicive û çend biryaran derbarê qedexeya çûnûhatinê dide. Li gor zayarîyên K24ê, qedexeya çûnûhatinê tê ragihandin.

Navenda Nûçeyan - Biryarên Odeya Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê ji bo xweparastina ji vîrusa Koronayê dibin. Li gor zanyarîyên peyamnêrê me, çûnûhatin di nava parêzgeha Hewlêrê û parêzgehên din de heta roja 3. 7. 2020an bi tamamî tê rawestandin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê duhî, desthilat da parêzgehan û îdareyên serbixwe, bi xwe rêkarên xweparastinê û ragihandina qedexeya çûnûhatinê bigirin.

Çûnûhatina otombîlan di navbera bajarê Hewlêrê û qeza û nahîyan ji piştî demjimêr 5:00 êvarê û heta demjimêr 5:00 sibê bi temamî tê rawestandin.

Berpirsên îdarî û tendurustî yên Hewlêrê tekez dikin, ji bo rewşa niha ya Hewlêrê û xweparastina ji metirsîyên vîrsa Koronayê, ragihandina qedexeya çûnûhatinê baştirîn rê ye.

Babeteke din a îro ji Odeya Operasyonan biryar li bê dayîn, li gor zanyarîyên peyamnêrê me ew e, “Tevahîya bazar, dukan û cihên giştî tê girtin, lê hin cih bi mercê bicihkirina rêkarên tenduristî yên tund, rê bi vekirina wan tê dayîn”.

Li gor amarên Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê, hejmara pêketîyên Koronayê ji dawîya meha Gulana bûrî ve, rojane bi awayekî berçav zêde dibe û heta vê sibê jî li parêzgeha Hewlêrê 1 hezar û 61 kesan bi Koronayê ketine û 20 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe