Nuri Aldur
Ma gelo caxrafya me anjî Kurdistaneke BÊ xwîn pêkane/mûnkûne ?
Ezê bersiva vê pirsê bi kûrtî, anjî mîna ku bi kurdî têt gotin bi ”kurt û kurmancî” bidim, ku bersiv ”ERÊ” ye.
Eger realîta dagirkerîyê nemînê/dagirkerî bêt hilweşandin; anjî dagirkerî sîstem û forma xwe bigûherînê, hingî ev têt wateya ku awakî hûzûrê/piralîtîyê/nermbûn û demokrasîyek çêdibe. Hingî şer û pevçûn namînin anjî kêmdibin, qerqeşûn û teşqele wateya xwe hûnda dikin û dem dibe dema axaftin û dîyalogan, hevkarî û peymanan. Lê bê goman eve prosesan wilo ji azmanan nayên!
Şert û merc, cîh û dem, kes û kesan; faktorên giringin ku bandora xwe li ser van gûhertinan hene. Helbet belkî faktornedin jî hebin, ku piştre aktûel dibin û rola xwe darîçavtir dikin.
John Locke feylesofekî îngilîzîye ku wî prensîbên lîberalîzmê ji bo parlamentarîzmê formûlekirine û weha dibêje: ”…mafên tabiî hene,…beşer mafên xwe yî tabiî ji bo jîyanê hene, mafên xwe yî tabiî ji bo azadîyê hene, mafên xwe yî tabiî ji bo xwedanmalîtîyê hene…” û piştre jî qala dewletê û rola wê ku beşeran/hemwelatîyan bi parêzê dike.
Eger em ji van gotinên John Locke, bawerî û analîzan bi afirênin, eve têt ber çavan ku kurd û Kurdistanî doza mafê xwe yî tabiî dikin; lê dagirker û dijminên kurdan çavsorî û neheqîyê dikin, marîfet û rêzê hemberî kurdan nagirin, ewan xwe hemberî dinya medenî û merovatîyê rûreş dikin; LÉ ji ber ku di bûnya dagikerîyêde/xwînmijîyêde soz û ojdan/însaf û axlaq, şeref û namûs nîne; ne xema van wahşî û barbarane ku ewan şermezar bibin, rûreş bibin, bên protestokirin/nalet kirin, hîç ne xeme ji bo wan – mîna gotina ”…beq û tifa ser rûyên wê…”.
Ezê çend mîsalên ku îroj di jîyane me yî rojanedene û aktûelin, vê nivîsa xwe û bi hêvîyên ku naveroka wê dewlemendtir bibe, pêşkêşî we xwînerê Rûpela nû bikim:
A: li Rojavayî Kurdistan taamûla tabelayên zimanê kurdî nayê kirin, kî ev pazdeh salin ku kurdî zimanê perwerde û fermîye jî. Feylezof Locke, vî mafî wek tabiî dibîne, demokrat û lîberaljî wilo dibînin. Lê dagirker û dijminên kurdan çi ji maf û haq fahm dikin?
B: li Bakurî Kurdistan ev nêzîkî dû salane ku qala hûzûr û biratîyê têt kirin, lê mîna meşa kîso yan; ne bi metroyan, bi santîmetreyan jî mesafe nehatîya kirin. Ji sedî sed rahmetîyê Locke, di tirba xwe de bi van dagirker û zaliman dikenê û wan nalet dike; ku mafê bakurîyan haqê xwe yî tabiîne û ne pêwîste bibe malzemeyên politîka lewitî.
C: li Başûrî Kurdistan, hemû dewlemendîyên kurdan yên ser erd û bin erd, li gel Baxda par jî dibin û dîse jî Baxda, bê şerm û fedî, mûçe/maaşên karmendên kurdan bi rêk û pêk rênakê û naxê hindirûyê sîstemekê. Li vir jî haq û mafên kurdan tabiîye, balam Baxda wê binpê dike.
D: li Rojhelatî Kurdistan rejîma dijminê kurdan û ji bo merovatîyê jî barbar, xortên kurdan îdam dike; ma kê ev haq û maf dayîyete hey xwînxwar ? Ma ne li gor gelek dîn û olan; tenha xweda dikarê rihên beşeran bistêne û ne kes û însan!Lê ma kevneperest û tabiî, xwezayî fahm dikin ? Ewan bi xwîna kes û kesan dijîn.
Gelek welat û gel azad û serbixwe bûne; wê KURD û KURDISTAN jî her bi awayekî rojek bêt ku AZAD û SERBIXWE bibe. EV JÍ MAFEKÍ TABIÍYE,
Li gor çavkanîyamin, ev pirtûka feylezof John Locke, ku qala van babetan dike; di sala 1690 de derketîya pîyasê.