Cotyarê kevirên li nav zeviya xwe dîtîn bi 50 hezar dolaran difiroşe  

.

Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê cotyarê kevirên ku li zeviya xwe dîtî bi 50 hezar dolaran difiroşe.

Li Sêrtê cotyarê bi navê Edip Koral dema li nav zeviya xwe çandiniyê dike rastî hinek kevirên cuda tê, ji ber cûdabûna wan keviran lêkolîn kir.

Edip Koral îdîa dike ku ew kevir meteor in û ji ber vê yekê ji bo firotine bihayê keviran wek 50 dolar destnîşan kir.

Koral dibêje ku wî gelek lêkolîn li ser keviran kiriye û  nimûna keviran şandiye derveyî welat, hinek kesan xwestine wan keviran bi 20 hezar dolarî bistînin lê wî ew kebul nekiriye.

Edip Koral wiha axivî: “Ez li Sêrtê cotkariyê dikim. Min di nav zeviya xwe de çend kevirên cuda dîtin. Min li ser wan lêkolîn kir û bi min ew meteor in. Min tehlîl kirin û ji sedî 90 meteor in. Kî 50 hezar dolaran bide min ez dê van keviran bidim wan.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin