Cotyar Adil: Serdana Papa Francis a ji bo Herêma Kurdistanê dîrokî bû

.

Berdevkê fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, serdana Papa Francis a ji bo Herêma Kurdistanê, dîrokî bû.

Li gor Berdevkê fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil ji BasNewsê re daye zanîn: ‘‘Serdana cenabê Papa bo Herêma Kurdistanê, pêngaveke gelek mezin û dîrokî bû. Serkeftina serdanê û rêxistina protokola serdanê, bo amadekarî û kare lijneya bilind bû, ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokatiya Herêma Kurdistanê de lijneyekî hevbeş bû.’’

Berdevkê fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, serdana Papa bo Herêma Kurdistanê li ser pêkvejiyan û parastina wê çandê û rijbûna li ser wê yekê ye. Û got: ‘‘Em li ser pêkvejiyan û xweşbîniyê berdewam dibin, ku em bo Herêma Kurdistanê û navçeyê û bo seqamgiriya siyasî faktorekî giring e.’’

Dr Cotyar Adil destnîşan kir: ‘‘Wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser prensîbên pêkvejiyana olî û netewî, em ê berdewam bin. Hêvîdar im ew stratejî encamên wê yên baş dê di pêşerojê de hebin.’’

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye