Cotyar Adil: “Hukumeta Kurdistanê biryara navberdayîna perwerdê da”  

.

 Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil behsa biryara hukumeta Herêma Kurdistanê kir û got ku ji pola 1 ê heya pola 11 ê, ji 12 ê adarê heya 24 ê adarê navber dê bide perwerdê.

Cotyar Adil her weha got ku di çarçoveya têkoşîna li dijî Kovid-19 ê de, bi sedema nexweşîn zêde bûye, biryara tedbîrên nû hatiye dayîn. Adil got ku dê di kontrola danîna maskeyan bo ber dev û difnê zêdetir bibe. Her weha dê di cafeyan de kişandina nargêleyan bi temamî qedexeye.

Kesên herin Herêma Kurdistanê, wê testa bo 72 sietan ji wan bê xwestin û divê şîrketên geştê bala xwe bidin vê mijarê.

Cotyar Adil gor ku heya niha bo qedexeya derketina derve ya di Newrozê de, çi biryar nehatiye dayîn.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye