CORONAYÊ LI SWÊDÊ KURDEKÎ WELATPARÊZ JÎ BIR

Kurdê welatparêz Yaşar Öner ji ber nexweşîna coronayê jiyana xwe ji dest da. Yaşar Öner piştî cuntaya 12yê îlonê bi malbatatî koçî Swêdê kiribû.

 

Kurdê welatparêz Yaşar Öner ji ber nexweşîna coronayê jiyana xwe ji dest da. Yaşar Öner piştî cuntaya 12yê îlonê bi malbatatî koçî Swêdê kiribû.

 

Yaşar hevjînê Bîrsen a xuşka Mehdî Zana ye. Bîrsen Xanim jî piştî tahlîlan, ya wê jî pozîtîf derketibû. Di malê de bi tena serê xwe di karantînayê de ye. Saeta dawî, berîya rehmetîyê Yaşar rih bide, bi ambulansê Bîrsen xanim dibin balê, heta hevjînê wî rih dide destê hevalê xwe yê jiyanê digre.

Bi navê Gulan û Hejar du zarokên wan hene. Her du jî li Amerîka dijîn. Ji ber ku Amerîka sînorê xwe girtiye, nikarin herin ba diya xwe. Ji ber ku Bîrsen xanim jî virusa corona girtiye û hîn di karantînayê de ye kes nikare here serdana wê û êşa wê par ve bikin. Xwe bi xwe êşa xwe dijî û şîna xwe dike.

Yaşar Öner Ji Ixdirê ye. Lawê Elî yê Resûl Beg e. Elîyê Resûl Beg yek ji şervanê Serhildana Agiriyê û hevalê Îhsan Nûrî Paşa bû.

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî