Di 29.07.2016ê de saet 19:00 de PKK li ser rêya Çelê-Colemêrgê êrişî leşkerên Artêşa Tirkiyê kirin. Li gorî agahîyan, di êrişê de 5 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 8 leşkerên din jî birîndar bûne.
Ji ber êrişê, helîkopterên Kobra yên Artêşa Tirkiyê bo alîkarîkirina leşkerên li ser erdê dest bi operasyonê kirin û li esmanê deverên digerin.
Herweha Serfermendarîya Arteşa Tirk di derbarê bûyarê de daxûyanîyek da û got ji bilî 5 leşkerên kuştî û 8 leşkerên birîndar di dema êrîşê de leşkerek wenda bûye û li dijî terorîstên cûdaxwaz operasîyon dest pê kiriye.