Cizîrî: Bi hinceta pandemiyê çalakiyên ziman qedexe dikin

.

 Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî derbarê qedexekirina çalakiyên ji bo zimanê Kurdî axivî û got: “Pandemî hincet e, ne tiştekî di cihê xwe de ye, li derveyî vê çalakiya me, bi sedan çalakî çêdibin. Xuya ye pirsa ziman gelek nerehetî dixe nav hêzên dewletê.”

Şerefxan Cizîrî, li Cizîrê ji K24ê re li ser çalakiyên şahiya zimanê Kurdî û li ser lidarxistina van çalakiyan axivî û diyar kir, aliyên fermî ji wan re dibêjin ku pandemiya vîrusa Koronayê heye û nahêlin çalakî werin lidarxistin.

Cizîrî destnîşan kir: “Bi ya min pandemî hincet e, ne tiştekî di cihê xwe de ye, li derveyî vê çalakiya me, bi sedan çalakî çêdibin. Xuya ye pirsa ziman gelek nerehetî dixe hêzên dewletê û ewlekariyê, ji ber vê jî hincetek derxistin û gotin divê hûn li ber deriyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniya xwe bidin û dû re eger firset hebe belkî em karibin herin nav bajêr.”

Şerefxan Cizîrî eşkere kir: “Me dixwest ku em li tenişta Birca Belek bi gelê xwe re bibin yek û pirsa xwe ya ziman bînin rojevê, lê çênebû, me nexwest em xirecirê derxin û me li vê derê axaftin kir.”

Herwiha da zanîn: “Me dîtinên xwe anî ziman û dû re me govend girt. Me bi dengekî bilind got, 'Bê ziman jiyan nabe', bi ya min çalakiyek baş bû û wê çalakiyên me berdewam bikin.”

Li ser qedexekirina zimanê Kurdî, Şerefxan Cizîrî destnîşan dike: “Dewlet ji gelek tiştan ditirse. Mafê ziman, me gelek caran dubare kiriye, di Qur’anê de heye, kesê ku misilman be, divê hebûna miletê Kurd û zimanê Kurdî weke eserekî weke îşareteke Xwedê qebûl bike, çiqas milet û ziman hene weke îşareta Xwedê têne qebûlkirin.”

Çavkanî: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan