Çiyayên Akrê bi alayên Kurdistanê hatin xemilandin

.

Newroza îsal a Akrê wek her tim rengîn bû. Meşa bi meşxaleyan li çiyayê Kelêya Kevn dîmenên balkêş derxistin holê.

Wek amadekarî bo rêûresmê, fîşekên hewaî hatin amadekirin û şeqam û kolanên Akrê jî hatin xemilandin.

Herwiha çar alayên Kurdistanê ku yek ji wan 65 metre dirêj û 12 metre pehn bû, li çiyayên derdora Akrê hatin bilindkirin.

Li her yek ji Girê Top, Kelê, Kelêya Kevn, Tîşê Xirga û li çendîn cihên din agirê Newrozê hat vêxistin û zêdetir ji hezar meşxale jî hatin amadekirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye