Ciwanên Şoreşger li Qamişlo êrişî ofîsa Rûdawê kir

.

 Hejmarek kesên ser bi rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger ên ser bi Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) ve îro li Qamişlo êrşî ser ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê kirin.

Îro 5ê Îlona 2021 demjimêr 10:00 berî nîvro, hejmarek ji endamên rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, kombûnek li berdem nivîsîngeha Netewên Yekbûyî ya li Qamişlo saz kirin, lê piştre arasteya xwe guhertin û çûne pêşiya ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê.

Hejmarek kesên ser bi Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi keviran êrişî ofîsa Rûdawê kirin û camên derî û pencereyên ofîsê şikandin.

Piştî ku rêveber û karmendên ofîsa Rûdawê, li ser êrişî agahî dane Asayişê, hêzên Asayişê gihîştin cihê bûyerê û koma êrişkaran li berdem ofîsa Rûdawê belav kirin.

Berî niha jî çend caran ciwanên şoreşger li Qamişlo bi keviran êrîşî ofîsa Rûdawê kiribûn û xeber û gotinên nexweş ji karmendên Rûdawê re gotibûn.

Herî dawî roja 22ê Tebaxa îsal, hejmarek kesên ser bi heman rêxistinê ve bi keviran êrişî ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li Qamişlo kiribûn.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn