Ciwanekî Duhokî rekora cîhanê ya Boksîngê şikand

Ciwanekî Kurd bi rêya boksîngê, navê xwe di pirtûka Guinnessê de tomar kir û rekora cîhanê şikand.

Li bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê, ciwanê Kurd ê bi navê Mistefa Reşîd, 55 demjimêr 14 xulek û 23 sanîyeyan bê navber mist li kîsê boksîngê xistin û rekora cîhanê şikand.

 

Wî ciwanê Kurd di dema boksîngê de û ji bo şikandina rekora cîhanî, bi ti awayî destên xwe ji avêtina boksan ranewastandin û her wiha qet rûnenişt û her li ser lingan ew kîsê boksîngê da ber mistan.

 

Herwiha di dema boksîngê de, xwarin û vexwarineke gelek kêm ji wî xortê Duhokî re hatîye dabînkirin ku kesên derdorê xwarin dayînê û wî dest ji avêtina boksan bernedaye.

 

Serokê Federasyona KUBO li Duhokê ji Rûdawê re aşkere kiribû ku wan 3 kamêra li derdora wî ciwanê Duhokî danîne, da ku çavdêrîya tevgerên wî bikin.

 

Ferşîd Îsa dîyar jî kiribû ku bikaranîna derman û madeyên wuzebexş jî ji alîyê wî werzişkarî ve hatibûn qedexe kirin û gotibû divê ew bi şiyana laşê xwe bikare di wê hewldanê de serbikeve.

 

Rekora di vî warî de bi 55 demjimêr û 10 xûlekan di destê kesekî ji Îranê de bû û ciwabê Kurd ew rekor ji pênase ji wî wergirt û navê xwe li Guinnesê tomar kir.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir