Ciwanê 22 salî ji ber sedemên aboriyê întîhar kir

.

 Li Amedê, ciwanê 22 salî Şeyhmûs Turfan, ji ber sedemên aboriyê întîhar kir. 

 
Li Taxa Huzurevlerî ya semta Dîclekentê ya navçeya Peyas a Amedê, ciwanê 22 salî Şeyhmûs Tufan, li mala xwe mirî hat dîtin. Li gorî agahiyan, Turfan piştî birayê wî di xew re diçe, dikeve serşoka malê û li vê derê întîhar dike. Birayê Turfan ê piştî demekê şiyar dibe, ferq dike ku deriyê serşokê kilît kiriye. Birayê Turfan piştî derî dişkîne, dikeve hûndir û dibîne ku birayê wî dawî li jiyana xwe aniye.
 
Cenazeyê Turfan piştî lêkolînê, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Dûre cenazeyê Turfan li Goristana Deriyê Mêrdînê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê hat definkirin  
 
Hat diyarkirin ku ji ber sedemên aboriyê, çendek berê derûniya Turfan ne baş bû û pirsgirêk dijiyan.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye