Civîna hilbijartina Serokomarê Iraqê destpê kir

Civîna parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina serokomarê nû yê wî welatî bi amadebûna hejmarek parlamenteran dest pê kir. Piştî ku berbijêrê YNKê Berhem Salih xwe ji berbijertiyê vekişand çavlirê ye ku êdî posta serokomariyê eşkere bibe.

Civîna parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina serokomariyê bi amadebûna 265 perlemantar bo hilbijartina serokomarî nû yê wî welatî dest pê kir.

 

Rikeberiya herî bihêz bo wergirtina posta serokomariya Iraqê di navbera berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fuad Husên û berbijêrê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih de ye.

 

YNKê xwe ji rêkeftina ligel PDKê ya derbarê postê serokomariya Iraqê de vekişandiye. Herwiha YNKê bo wergertina postê serokomariya pêşniyara du sal bi du sal kiriye lê PDKê ew pêşniyar red kiriye.

 

Dengdan hêj bi dawî nebûye lê êdî bi awayekî tekez lê dinêrin ku berbijêrê Partî Dîmokratî Kurdistan PDK Fûad Hûsên wê bibeSerokomarê Nû yê Iraqê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin