Civîna G20 ya online pêk hat bi dawî bû

.

Civîna G20, ya îsal ji ber vîrusa Koronayê bi awayekî online pêk hat, bi dawî bû.

Bi daxuyaniyekê beşdarên civînê diyar kirin, welatên pêşketî dê di têkoşîna li dijî vîrusa Korona de, piştgirîyê bidin welatên pêşveneçûyî û dema dayîna deynên kredîyê jî heta Hezîrana 2021an dirêj kirin.

Di civîna online de, Qralê Erebîstana Siudî Salman Bîn Abdulazîz serokê demkî bû.

Mîrê Cîgir yê Erebîstana Siudî Mihemed Bîn Salman diyar kir, ew ê bo welatên herî zêde bi vîrusa Korona re rûbirû mane 14 milyar dolar rakin.

Bîn Salman destnîşan kir, IMF û Banka Cîhanî û bankayên din yên welatên pêşketî, dê 300 milyar dolar bidin welatên ku pêşde diçin.

Herwiha Bîn Salman di dawiya civînê de pêşnîyaz kir, ew civîn salê du caran çêbibe û ji wan civînan yek online be.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye