Civata Îslamî daxwaz kir malên Efrîniyan li wan vegerînin

Civata Islamî ya Opozisyona Sûrİyê, ji yekîneyên opozisyonê daxwaz dike, ku mal û milkên xelkê Efrînê li wan vegerînin.

Civata Islamî di daxuyaniyekê de, ji hêz û ketîbeyên çekdar ên opozisyona Sûriyê xwestiye, ku li mal û milkên xelkê Efrînê talan nekin û çi tiştên ku berî niha ji malên Efrîniyan birine, divê li xwediyên wan vegerînin.

Herwiha Civata Islamî di daxuyaniya xwe de dibêje: Çênabe kesek malên şervanên YPGê jî talan bike yan dest li ser deyne û nabe merivên wan ji malên xwe bêne derxistin.

Wê civatê daxwaz ji rêveberiya xwecihî ya Efrînê kiriye, ku zevî û mal û milkên welatiyên Efrînê bibelge bike û lêkolîneke bilez ligel wan kesan bike, ku mafên xelkê Efrînê binpê kirine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin