Çîrokek Fêrkirina Zarokan Ji keleporê Kurdî Hebê Lebê! Hebê Bi Çenda?

Konê Reş

 

Em zarok bûn. Apê me Birko (Hecî Îbrahîm), kalekî Heyştê salî bû, nîvmela bû, baş zanîbû çîrokan bibêje û gelek serpêhatiyên wî hebûn.. Dema ku dihat odeyê û zilamên xerîb nebana, tenê yên malê bana, me doza çîrokan lê dikir.. Ji me re digot; qehwê ji min re gerim bikin.. Bi vexwarina qehweyê re çixareyek ji kîsê tûtina xwe dipêça, çend miz jê dikişandin, dûyê çixareya wî bi ser serê me de bilind dibû û ji nû dest bi çîrokan ji me re dikir..

Belê dema ku wî ev çîroka (Hebê lebê! Hebê bi çenda?) digot, berî ku bêje, ji me re digot; ji Yekê heya Duwazda hûnê bêjin: (Hebê lebê! Hebê bi 1-12), ezê bersiva we ji Yekê heya Duwazda bidim û wiha destpê dikir:

Hebê lebê qet tune bê, li malka wî be, çek spî be, li ser xanî be, hebê lebê:

1-Hebê lebê! Hebê bi çenda?

-Hebê bi Yekê

-Yeka me navê Xwedê.

2- Hebê lebê! Hebê bi çenda?

-Hebê bi Dudwa

-Dudwên me şev û roj in.

3- Hebê lebê! Hebê bi çenda?

-Hebê bi Sisya

-Sisyên me Sê meh Bihar.

4-Hebê lebê! Hebê bi çenda?

-Hebê bi Çara

-Çarên me demsalên salê.

5- Hebê lebê! Hebê bi çenda?

-Hebê bi Pêncan

-Pêncên me ferzên Xwedê.

6- Hebê lebê! Hebê bi çenda?

-Hebê bi Şeşan

- Şeşên me nîvê salê.

7- Hebê lebê! Hebê bi çenda?

-Hebê bi Heftan

-Heftên me Heft Evdal in

8- Hebê lebê! Hebê bi çenda?

-Hebê bi Heyştan

- Heyştên me himlê salê.

9- Hebê lebê! Hebê bi çenda?

-Hebê bi Nehan

-Nehên me, nehê weldê.

10- Hebê lebê! Hebê bi çenda?

-Hebê bi Dehan

-Dehên me Dehkê Hecê.

11- Hebê lebê! Hebê bi çenda?

-Hebê bi Yazdan

-Yazdên me zarokên Yaqûb.

12- Hebê lebê! Hebê bi çenda?

-Hebê bi Duwazdan

- Duwazdên me çerxa salê.