Çîroka Selahattin Demirtaş a balkéş, Helep Ezmesî

Musa Em

Ji muxalefeta Tirkîyé pir kém rojname mane, ku nehatine qedexekirin, û ji wana yek jî Cumhurîyeta Kemalistan e.

Berê vê demekî, min li rojnameya Cumhuriyeté çîroka Selahattin Demirtaş xwend. Sirri Sureyya Onder ji, çîroké re péşgotinekî kurt nivisandibû. Li pêşgotiné de pesné Demirtaş dida, û ûsa digot: "Me heta nuha bes sazé wî, peyvé wî û helwesté  wî zanîbû, lé alîyekî diné Demirtaş  jî heye, ew jî çîrokvanîyé wî ye".

 Belé Demirtaş vê çîroké bi navé Helep Ezmesi, bi zimané tirkî nivisandîye. Ji Demirtas re di hilbijartinan de, bi sedhezaran Kurd raya xwe dane, û wî ya mîna seroké xwe qebul kirine. Hîn jî, rollekî, û tesîrekî wî yé mezin li ser gel heye, ji bo wî  dewleta tirka tehemula wî nekiriye û wî avétîye girtigehé.

 Dîsa em vegerin behsa çîroké: Carekî em bifikirin, dema ew çîroka xwe bi zimané Kurdî binivsanda, wé bi deh hezaran kurd, Demirtaş ji xwe re mîna modelek, an jî mîna mînakek bidîtana, û ewê hewesa bi kurdê nivîsandiné zêde bikira, rûmetê zimanê kurdî jî pir bilintir bikira. Ew é péşveçûyina zimané kurdî re xizmet bikira, lé bi vî awayî alîkarîya asimilasyona  kurdî dike. Dema tirk kurda asimile dike û dixwaze Kurda nav xweda bihelîne, em nîyet û armanca wan gelek baş dizanin, lé Demirtaş ji Kurdan çi dixwaze û li vir alîkarîya çi, û alîkarîya kê dike! Gelo asimilekirina Kurdan, qe tu caran alikarîya doza azadiya Kurdistané dike? Ma hay, û zanebûna  Demirtaş û HDP yé ji vé tune ye, û  vîya kesé ku qe nizane édî maye, gello wé çaxé, tu dibéjî ji boy çé, vana vî xirabîyé ji gelé xwe re dikin?

Halep Ezmesi

Li ciroké sé mijarén sereke hene, kustina 68 kesan li Helebé, Xweşbûyina şîv û xwarinén Heleb û Antakyayé, hezkirina trajedik, navbera erebek Helebi û keca Xaltiyé wî. Bi girani çîrok li ser, çande, edet, dirok û trajedîya ereban disekine.

Nika em behsa trajediya kurdan bikin:

Gora lékolinén GAAB é (Guneydogu Anadolu Belediyeler Birligi) li 16 bajarên Kurdistané de, 400 hezar kes kocber bûne, heri zide ji Sirnax, Nuseybin, Yuksekover û Amed. Zeraré heri bilind Nuseybin, en hindik 65 hezar kocber, li Sirnaxé 6770 mal ji orté rakirine, û 50 hezar bé mal mane, hin ji li dor aliyé bajér, dora 1000 kes li kona dijin. Sedi da 80 yé Haqariyé hatîye xerakirin. Li Yuksekover yé 9830 mal xera bûne, en hindik 44 hezar kes barkirine. Li Ciziré 9800 xani hatiye hilwesandin, dora 70 hezar kes bé mal mane.

Belé biréz Demirtas tu her çi qas béjî ez hem seroké tirka û hem ji kurda me, lé na, vaya rast nîne, ji bo  ewén  te kirine mezin, ewin  te kirine populer raya kurdan e, desteké kurdan e. Çawa ku Erdogan û Kilictaroglu qe tu car nabin, û nikarin bibin seroké kurda lé tu ji nikari bibî seroké tirkan, tu hezar car xwe bi sabuné ve  ji biso, ew disa te qebûl nakin.

Ji bo wê jî, ji aliyé huqûqi, çandî, diroki,neteweyî û réxistinî berpisyariyekî te yî pir mezin ji bo gele kurd heye. Péwiste  kar, xebat û tekoşina te ji bo gele kurd be.

Ew trajediyén li jérzeminén  Ciziré, li Nuseybiné û Amedé hatin ser xortén kurdan ma hindik û biçûk bûn. Li ser van bi sedan çîrok û roman dikaribûn verin nivisandin. Ji bo tu seroké partiyek kurd î, bi saya gelé kurd çîroka te gihist desté PEN Clubî, lé tu di çiroka xwe de behsa problem, û trajediya ereban dikî. Ma qey trajedîya kurda pir biçûk û béqimet bû. Tu vîya gelek baş zanî, tu perçeyek pir muhîm vê trajediyé yî. Wé çaxî tu çima ji gelé xwe re bi dereca yekem de xwedî dernakevî? Ma çétir nedûbû, demaki Avrupîyan çêrokê te de derd, keser û trajediya gele kurdan bixwenda û fam bikirana, ma vaya ne wazife û berpisyariya te bû?

Hinek dikarin béjin, ma çi bûye, veya bes çîrokek e. Na birano, xwe  bi hezaran kurdé me, bi zimané dijmin û ji bo gele tirk dinivsînin, vaya bûye adetek malxrabiyé û zimané kurdyé tar û mar kiriné.  Lé li vira pir taybetmendiyek Selahattin Demirtasé heye, ew şexsek, an ji mirovek nezan nîne, ew ji bo kurda sembolek, mînakek, qîmetek mezin û granbiha ye. Lé ew nirx û qiymeta ku  gele kurd dide wî, Demirtas viya çawa bikar tine? Bi xeberdan û helwesté xwe, ew xwe mîna seroké rojavayé navîn dibine. Bavé mino, kî te qebûl dike, kî te bi tiştek dihesibine û kî te ra qimet dide, ji gele te ra, ji te ra jî gune ye, xwe mexapîne. Mézeke tu bedelékî mezin didî, ma xema tirka û erebaye, ewén dilé wan ji bo te dişewite dîsa kurd in. Tu xwe çi qas zédetir nézîké tirka bikî, ewqas jî, ji kurda dûr dikevî. Tu heta ku ji bo berjewendiyê wan kar diki ji te ra dibéjin eferim, lé hezar carî nehlet were eferîma tirka, dema ku mirov difikire çi anin seré me û seré te.

 Bi hezaran, deh hezaran niviskar û kadroyén tirkan hene bi tirki, ji bo tirkan dinivsînin. Ew ên tenê, béxwedî mane gelé kurd e. Hun dema ji zimané, çandeyé, dîroké kurda re xwedî dernekevin, û ser da ji bo wendakirina zimané kurdî alîkar bin, wé çaxé hebûna we ji bo çi, û ji bo kî ye?

Qe mirov dikare, ne ku bipé, lé carekî xeyal bike, seroké partîyek ereb an ji tirk, Erdogan, Kilictaroglu, Ebadi Maliki an Esad, ji dil bi kurdî, ji bo gele kurd çîrokek  binivsîne. Ma va biratî, an ji şériktî bes li para me kurda ketîye. Qet tu carî, bi tu awayî, biratîyek yek alî dibe, an mîna Osman Baydemir pir xweş dibéje ”qe neyaré bava, dosté lawa dibe”. Dema rastî ew be, wé çaxê hun çima rîyé gelé kurd berbi alîyé şaş didin?  Carekî din baş bifikirin… 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")