ÇÎROKA SELAHATTIN BULUT A AVAKIRINA KITÊPXANEYA MEDYA Û MEŞA KÎS

Xidir ÛSO

Xidir USO

Sipas jibo hevalê min yê zîndna Amedê Seleh Bulut ku pirtûka xwe ya bi navê ”Meşa Kîso” ji min re şandiye!

Dema min pêşgotina ”Meşa Kîso” xwend û dest bi xwendina pirtûkê kir; vê re pêjnek xemgînîyê xwe bera ser min da! Mîna ku yek behsa beşek ji jiyan û hestê min bike, çîrok ji min re naskirî hat! Tevlî ku têkelîya bi medya civakî re mejîyê me tembel kiriye û me hêdî hedî ji xwendinê dûr dixe jî lê min bi meraq xwendina pirtûka hogirê xwe berdewam kir.

Em ciwanên demekê jibo mafê neteweya xwe birêxistinbûn, mîna her serdema bindestîya me, bi lîstik, kemîn û êrîşên dagîrkerên me, ”wek noka li kevir keve” em ji hev pekiyan! Hin ji me ketin goristana, hin ketin zîndanan, hin berê xwe dan çiyayan, hin bûn penaber û li çarhawîrî cîhanê belav bûn! Hinan jî berê xwe dan metropolên nava diranê makîna li cûtina te eyarkirî! Di vê berbelavbûnê de, hinan mîna maşotê xwe di koza xwe de bipêçe û jê dernekeve jîyanek avakir, hin bûn qirdik û qeşmerê xelkê, hin jî ketin hewldana parastina ked, kesayet û rûmetên civata xwe. ”Meşa Kîso”, bi awakî behsa vê trajedîyê/bobelatê dike!

Mirov, bi pêwendîyên berhimandina civakî bûye mirov. Mirov, li kîjan civakê hatibe dunyayê, berhema wê civakê ye. Helbet li gorî ax, av hewa û xwerista erdnîgarîyekê, kîmya û fîzîka wî saz dibe. Lê ya fesal û şêwa mirovî dide, ziman, çand, karakter û tevna jîyana civata meriv lê mezin dibe. Dema meriv ji civata xwe dûr ket, meriv hesta ”mere wenda bûye” dijî! ”Meşa Kîso” van rastiyan bi zelalî rê meriv dide!

Sulhedîn, li metropola herî mezin ya dewleta serdest de bicîh dibe! Li gorî ku Seleh behsa bicîhbûna xwe dike, meriv baştir têdigehîje ku dewleta ne ji rêzê, civata ji dewşirme û koçberan sazkiriye, bi hostatiyek perwerde û propaganda, ew bi Kurdan re kirine neyar.

Dema Silhedîn behsa lêgerîna armanca xwe dike, bîyografiyek/panoramek ji jîyana qehwe/çayxane, komel/weqif, pirtûkxane, weşanxane û bi giştî jîyana Kurdên Stenbolê jî radixe berçavan. Helbet nexşeya Stenbolê jî bi me dide naskirin. Silhedîn, van agedarîyên xwe bi edebîyatek Kurdiya şêrin dixemilîne, him bi endîşeyek pêşeroja xwe û him jî kêfxweşîyekê bera dilê meriv dide!

Helbet Seleh armanca xwe pêktîne û li Stenbolê pirtûkxaneya xwe vedike! Vêya dişibe meteloka: “firotina Şeytanoka/kabkaboka li taxa Muslumana!” Meriv li welatê xwe hêsîr be û bi serde biçe bajarekî dagîrkirî ku li wê metropola mezin herkesî miletê xwe, zimanê xwe, dînê xwe û navê xwe guherandiye û ketiye rengê hemta û serdestê xwe; kî çavlêdikeve, derbasbûna wan, bavûkalê wan tê bîra wan! Bi serde jî ev Kurd li nasname, ziman û hebûna xwe xwedî dertê! Ji alî dewşirma de: ev rewşek pir ecêb û nedihat bawerkirin!…

Helbet gelek şêweyên neyartî, şer û êrîşkirnê hene! Tevlî ku meriv mafdar e, meriv bindest û qels be û bi serde jî bê çek û parastin be, giranîya kul û kedera neçarîyê meriv ji taqet dixe! Dema li zîndana Amedê, em ji tîna, birçîna û lêdanê bê taqet diketin, derûniya me xera dibû û em li kuştina xwe dihizirîn! Lê em dîsa li xwe vedigeriyan û me digot: “em xwe bikujin, li hember vî zalimî, em nema karin tekoşîna doza xwe bidin!” Seleh jî bi şêweyê xwe û li gor serê xwe, tam vî kara pêkanî! Dîsa jî meriv mafê mirovna/komikna binçav neke, yên mîna Seleh ku li nasnameya xwe xwedî derdikevin; li wê metropola mezin, yên mîna Seleh têra xwe hene! Seleh, behsa wan kesan û dostanîya xwe ya bi wan re jî dike.

Li ba me gotinek pêşîya heye, dibê: “Diçe tilîya xwe di qula moza radike!” Seleh jî tam vêya kiriye! Wateya vê gotinê: ger tu moza biteenîne/aciz bike, ewê jî bi te vedin û te biêşînin. Leşkerên ku li ser kavilê împaratorîyek talankir, li ser navê miletekî tune û welatekî ne yê wan dewletek avakiriye û bi yasayên kopîkirî, bi zimanekî çêkirî û dîrokek ji serî heta binî derew ku ji nuh de, bi darê zorê ji xwe re miletekî li gorî xwe çêkiriye; welatekî ku ji nuh de bi komkujî û zordariyek nedîtî dagîr kiriye û li her derê qereqol, dibistan û alên xwe vegirtiye; tu here metropola wê ya herî mezin û pirtûkên ku derew, zordarî, komkujî û bêbextîya wan binivîse bifiroşe! Ew jî jibo Seleh zivêr bikin, çi bobelatên tê hişê wan bi serê Seleh de tînin! Jibo derewê wan dernekeve û kes rastiyê hîn nebe, pirtûkên ku kopiyê wan şewitandine, yan avêtine pişt heft derîyê kilîtkirî, Seleh jî wan ji şikeftên tarî û mîna ji destê dêwan birevîne, pirr dike û belav dike! Heta jibo devji firotina pirtûkên Kurdî berde û pirtûkxana xwe bigire, li ser navê Ergenekonê, bi mirinê gef li Seleh tê xwarin! Û tên çekê xwe rê didinê!..

Helbet Seleh, pir baş dewlet nas kiriye û famkiriye. Ji zarotiya xwe de, leşker û polîsên tirk zulm û îşkenca li miletê Kurd kiriye; hovîtîya li hefsa Amedê ya salên 1980yan yek bi yek jiyaye! Êdî baş têgihîştîye bê dewleta eşkere û ya tarî/kûr çiye… Tevlî vê nasîyê; tevlî ku bi eşkere û veşirtî bi mirinê gef lê hatiye xwarin û ew jî bûye mîna “kebokek tirsok”, bi wêrekiya guhnedana mirinê xebata xwe berdewam kiriye!..

Dema dewletek meşrûîyeta xwe ji milet nestîne, bi zor, şîdet, komplo, kuştin, îşkence û esaretê serwer dibe. Lê di nava demê de, jibo meşrûîyeta xwe bi kesên daye îtaetkirin û dewletên dunyayê bide qebûlkirin, xwe wek dewletek bi riza milet (hukumet), qanûn û edaltê tê rêvebirin rêdide. Dewlet jibo di ferqiya nemeşrûbûna xwe de ye, xwe li gorî her “welatiyek” li firsendekê digere ku wê hilweşîne birêxistin kiriye û tevdigere. Dema “welatiyek” bi rêxistin, helwest û xebata xwe, nemeşrûbûna wê tîne bîra wê, bi hemû hêza xwe êrîşî wî/wan dike! Vana jî jibo bi fermî nake, navê van êrîşkaran datîne: “welatî”, “hêzên tarî” û “dewleta kûr”.

Di pirtûka xwe de Seleh, ne tenê behsa pirtûkxana xwe dike, behsa drama mirovên li wê metropolê vehewîyane jî dike. Tadeya zabitan û polîsan, wendabûna keç û xortên ji rejimê ne razî ku Seleh wek “gurdadayî” bi nav dike, pirsîna Dayikên Şemîyê ya zarokên xwe, kesên ji neçarî gund û bajarê xwe bicîh hîştibûn û neçariya ku li vî bajarî dijiyan û gelek tiştên din ku Seleh kul û derdê wan di kûrahiya dilê xwe de dijî!… Seleh vê rewşê wanî bi nav dike: “Agir mezin bû û destê avê girêdayî bû!”

Seleh di pirtûka xwe de, gelek mijar di nava hev de bi hosteyî dihûne. Dewlet bi çi sîyaset û mahareta endezyariya civakî, berê Kurdan bi şîdetê vedike û dozek rewa û mafdar dike tevgerek terorê û şîdeta xwe çawa meşrû rêdide. Dewlet jibo bigehê armanca xwe zarokên xelkê bi hev dide kuştin û malbatan bera hev dide. Di her hal û karî de hedef Kurd in û “gerek Kurdan tune bikin.” Di encama vê şîdetê de, dewlet çawa bi zanîn civata Kurd ji hev tarûmar dike, di nava zarok û ciwanên Kurd de gehîştina asta asîmîlasyonê raberî hişê me dike. Bêyî ku wan biêşîne, rewşenbîr û nivîskarên esil Kurd ku bi Tirkî dinivîsin rexne dike!

Di vê rêwîtîya bi jan û kelem de, tiştên ku Seleh kêfxweş dikin jî heye. Yek ji vana, tikilîya hin mirovên biyanî bi kurdan, ziman, dîrok û çanda Kurdan re ye.

Erê Seleh çîroka sazkirin û birêdeçûna pirtûkxana Medya nivîsîye; lê ji romanên klasîkên Nobel sitendine xweştir bûye! Dema ez di Zîndana Amedê de, piştî cezayê muebedê, nêzî du salekî di Hucrê de mam û destûr dan ku em ji xwe re romana bixwînin; romana ku kêfa min jê re dihat, min nedixwest ez biqedînim; loma rojê min jê çend rûpel dixwend, li alîkî datanî û pirtûkek din dixwend. Ev pirtûka Seleh jî li min wenî kir!

Seleh di pirtûka xwe de, behsa gelek merivên cudareng û hin Ewropîyên bi Kurdî re têkildar dike. Biyografiya hin merivên rêzdar bi kurtasî dinivîse. Ya bala meriv dikişîne rewşa sefalet û trajî-komediya “Şanoya Kurdî” ya îdeolojîk e!

Seleh pirtûka xwe, bi nivîsên di derbarê xwe û pirtûkxana xwe de jî dixemilîne! Dema min nivîsa rêzdar Enver Karahan xwend ku şibihandina tilîkên Seleh bi “mirdiyaq”an dike, kenê min hat! Çimkî tiliyên Seleh dişibihin darikên pembo; meriv dibê qey hema tu bişidîne, wê bişkên!.. Hela dema min nivîsa Joanna Bochenska ya Polonî xwend ku dîtina pirtukxana Seleh weke xwe li welatekî ecêb ku di nava çîroka Serpêhatiya Alîcê de bibine û Seleh dişibihîne pisîka dibişire, him min xemgîn kir û him jî kenê min anî!

Bi rêya vê pirtûkê, meriv fêrî dîroka nivîsîna edebîyata Kurd, rêxistin, Komele û sazîyên sîyasî û çandî, weşandgeriya Kurdî û bi gelmperî rewşenbîrîya Kurd dibe!

Serokê Giştî yê PWK Mustafa Ozçelik jî çîroka avabûna pirtûkxana Medya bi kurtasî raberî me dike. Bi vê re em beşek ji jiyana Kek Mustafa jî fêr dibin. Jibo biryar, kiryar û wateya helwesta Seleh û sazkirina vê pirtûkxanê ev gotinê rêzdar Mustafa gelekî watedar in: “Wan çavên hêsir tê de çikiyayîne, dibin tercûman ji wî dilê lal re. Xwezî wî dilî bikarîbûya wan kul û êşan di aşê xwe de hêrayiye, bi xwe ji dawa xwe biweşanda. Medya Kîtapevî, di dîroka rewşenbîrîya miletê Kurd de, êdî ekolek e, dezgehek e, hîmek e.” Bi rêya nivîsa Mustafa Ozçelîk û bi taybetî Osman Ozçelîk, em beşek jiyana Seleh ya zarotî û xortanîyê jî fêr dibin.

Tahma/çêja min ji vê pirtûkê kir, yek jê zimanê wê bû! Seleh, ne bi zimanê “akademîk” lê bi zimanê malê, yanî bi zimanê milet nivîsîbû. Guh nedabû hin gotinên şêx û melan, mamoste û karmendên dewletê xistibûn devê milet; bi zarê Dêrikî wek dipeyive, nivîsandiye! Bi hêvîya ku her Kurdek vê pirtûkê bixwîne û seleh nasbike!…