Çîroka Behlûl û Xwedê

Nezîr Cibo

Li gora  nûçeyên medyayê, Hikumeta Kurdistana Federe jiber şewitandina Quranê, Swêd protesto kiriye û nunertîya xwe ya Swêd girtîye.

Çaxê min ev nüçe bihîst hema yekser ev gotin ji deve min derget:

"Tew tew mala minê... we dinya fetih kir"

Bi rastî di vê derheqêde meriv kare gelek tiştan beje û binivîs e. Lê min got ne hewceyî gotina zede ye. Hema ev pêkanoka li jêr bese.

Tê gotin ku Behlûl du xet erd cotkiriye û gotîye xetek  ji xwedê re, yek jî ji minre ye.

Di herdu xetê cot de zebeş diçîne.

Dem tê zebeş şîn dibin û mezindibin. Lê zebeşên alîyê Xwedê pir geş û mezinin, ên alê Behlül hurik û bê tamin.

Behlûl, her roja ku diçe ser çandinîya xwe, çavê wî li zebeşên Xwedê dikevin û dixwaze zebeşekî jêke.  Rojekê di rabe destê xwe bi jorda dike û ji xwedê daxwaz dike;

"Ya xwedayê mezin, bi izna te ezê  ji xeta te zebeşekî jêbikim. Hêvî dikim tu limin helal bikî."

Çawa destê xwe tavêje zebeş û jêdike, bi dest xwere li ezmana ewrên reş peyde dibin û dibe gurgura wan. Berf, baran, bahoz... Dûre jî teyrokên qasi kevire dibarin.

Behlûl bi bez direve, dikeve mizgevtê. Di devê derî dê di sekine, li ezmana dinere û wiha dibêje:

"Aha ez ketim mala te. Ma tu ji bo zebeşekî mala xwe xeranakî?"

Di kuncika mizgevtê de Yekî kor, külek û wechê wî qebîh dengê wî dike û bi hêrs wiha dibêje:

"Behlûl te aqilê xwe xwarîye, ev çi gotinin, tu dikevî kufrê."

Li ser vê gotinê Behlûl lê vedigere û wiha dibêje:

"De here korê heram. Çav ji te standîye, lingê te seqet kiriye û di serde jî wechekî qebîh daye te û tu hêji liser dixeyîdî û wî diparêzî..." 

De îcar şîrova ji we...

Tenê ez vê bejim: Ev protesto ne karekî aqilane ye.