Çîpras: Em ê daxwaz bikin ku mueyîde li Tirkiyê bên sepandin

Serokwezîrê Yûnanistanê Aleksis Çipras ragihand ku ji ber Tirkiyê li dorhêla Kibrisê li gaza xwezayî digere, ew dê ji Yekîtiya Ewropayê (YE) daxwaz bikin ku mueyîde li Tirkiyê bên sepandin

Serokwezîrê Yûnanistanê Aleksis Çipras ragihand ku ji ber Tirkiyê li dorhêla Kibrisê li gaza xwezayî digere, ew dê ji Yekîtiya Ewropayê (YE) daxwaz bikin ku mueyîde li Tirkiyê bên sepandin

Di civîna derasayî de, ku tê de Serleşker, Wezîrê Derve û yê Berevaniya Yûnansitanê beşdarî kirin, Serokwezîr Aleksis Çipras amade bû. Serokwezîr Çipras li wir axaftinek kir. Çipras destnîşan kir ku di civînê de çalakiyên Tirkiyê li rojhilata Deryaya Spî girtine destan.

 Çipras, “Me bi biryareke hevpar bir da ku beriya lûtkeya YEyê amadekariyan bikin. Û eger bê teqezkirin ku Tirkiyê li herêma Munhasir a Aboriyê ya Kibrisê sondajek kiriye, em çêtir digirin ku li dijî Tirkiyê mueyîde bên sepandin”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuloglu diyar kiribû keştiya FATIH 1ê li rojhilatê Kibrisê dest bi sondajê kiriye.”

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye