Çînê pîrozbahî li Joe Biden kir

.

Hikûmeta Çînê bi fermî bi boneya serkeftina Joe Biden di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, pîrozbahî li wî kir.

Wezareta Derve ya Çînê dibêje, em rêz li îradeya xelk û dengderên Amerîkayê digirin.

Berbijêrê Demorkatan di hilbijartina serokatiya Amerîkayê de, Joe Biden bi misogerkirina 290 kursiyên encûmena hilbijartinê yên wîlayetan li hember Donald Trump, serokê niha yê Amerîkayê û berbijarê Komariyan serkeftin bidestxistiye.

Piraniya welatên cîhanê bi helkefta serkeftina wî, pîrozbahî li Joe Biden kirine, lê belê heta niha Çînê û Rûsyayê pîrozbahî nekiribûn.

Rûsyayê ragihandiye, heta encamên fermî neyên ragihandin, ew peyama pîrozbahiyê naşînin.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye